Civîna awarte ya meclisa Iraqê ji bo hilkolandina qanûna hilbijartinan
Serokê parlimana Iraqê ragihand ku parlimana vî welatî yê roja şemîyê ji bo hilkolandina qanûna hilbijartinan civîneke awrte lidar bixe.
Li gorî rapora kanala Al Iraqîyê, Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê li civîneke rojnamevanîyê got: Qanûna hilbijartinên konseyên parêzgehan hatîye amadekirin û tenê pişka wê ya têkildarî Kerkûkê maye.
Cibûrî herwiha got: Roja şemîya tê, berî lidarxistina civînê, yê bi parlimanterên parêzgeha Kerkûkê re gotûbêjê bike ta ku nijyara tam û pêşnivîsa qanûna konseyên parêzgehan bên amadekirinê.
Selîm Cibûrî herwiha got: Parlimanter ji bo hilkolandina qanûna hilbijartinan di civîna roja şemîyê de hatine vexwendin û heke pêşnivîsa qanûna bûcê bikeve ber destê meclisê, ev pêşnivîsa ji bo hilkolandina berayî li civîneke awarte yê bê raberkirin.
Serokê meclisa Iraqê got: Meclis ji bo kutakirina hilkolandina dosîyên heyî û girîng, gellekê pêkutîyê dike û di destpêka wê de hilkolandin û pejirandina qanûna bûcê cî digire ku li gorî desthilata meclisê, dikare bê serastkirinê û herwiha dosîya girîng a din, qanûna hilbijartinan e.
Li hilbijartinên parlimanî yên bê li Iraqê, pêkhateya kabînê, serokwezîr, serokomar û serokê meclisê yê bên kifşkirin. Biryar e ku hilbijartinên parlimana Iraqê di 15`ê Gulana sala 2018`an de bên lidarxistin.