Hewldana hêzên iraqî jibo jinavbirina hemî sembolên ku ji DAIŞ`ê mane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276453-hewldana_hêzên_iraqî_jibo_jinavbirina_hemî_sembolên_ku_ji_daiŞ_ê_mane
Hêzên ewlehiyê, hefteya dahatî, wê operasyoneka berfireh a ewlehiyê bi armanca kutabûna hemî sembolên wek logo, cih yan avahiyên ku li Mûsilê ji DAIŞ`ê mane, destpê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2017 16:47 Asia/Tehran
  • Hewldana hêzên iraqî jibo jinavbirina hemî sembolên ku ji DAIŞ`ê mane

Hêzên ewlehiyê, hefteya dahatî, wê operasyoneka berfireh a ewlehiyê bi armanca kutabûna hemî sembolên wek logo, cih yan avahiyên ku li Mûsilê ji DAIŞ`ê mane, destpê bike.

Li gorî rapora Sûmêriye News`ê, çavkaniyeka iraqî ya ewlehiyê, îro çarşemiyê ragihand hêzên polîsê federal, operasyona jinavbirina tiştên ku ji mizgevta Ebûbekr El Bexdadî, serkirdeyê DAIŞ`ê (Mizgevta El Xelîfe) li bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê mane, destpê kirin. Ev kara hinekî berî destpêbûna operasyona berfireh a ewlehiyê li hefteya dahatî jibo bidawîanîna hemî şopên ku li Mûsilê ji DAIŞ`ê mane, pêk hatiye.

Bajarê Mûsilê mideha nêzî sê salan pêgeha vê koma terorîst li Iraqê bû.

Xazî Deham El Caf, rayedarekî iraqî destnîşan kir: Jinavbirina paşdamaiyên vê mizgevtê ku DAIŞ`ê ev wekî cihê xwe yê olî yê taybet dema dagîrkirina Mûsilê, kivş kiribû bona jinavbirina hez û meyla piştgirên vê ramanê jibo vegerandina wan yan jî têkbirina ewlehî û aramiya vî bajarî, pirr girîng e.

Wî destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê hefteya dahatî, wê operasyoneka berfireh a ewlehiyê bi armanca kutabûna hemî sembolên wek logo, cih yan avahiyên ku li Mûsilê ji DAIŞ`ê mane, destpê bike.

Mizgevta El Xelîfe piştî mizgevta Nûrî ya li navenda Mûsilê, jibo DAIŞ`ê li cîgeha duyemîn bû.Ebûbekr Bexdadî havîna 2014`an ji mizgevta Nûriyê, pêkhatina Dewleta Xelafetê li Iraq û Sûriyê ragihand.