Theresa May li hevdîtina bi Heyder Ebadî re piştgiriya yekitiya Iraqê kir
Tesrîn 29, 2017 15:19 Asia/Tehran
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinpêk anî.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Someriye Newsê, serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li hevdîtina serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ser piştgiriya ji yekperçetî û yekitiya Iraqê sekinî.
Wê ji Herêma Kurdistanê jî xwest ku bikeve gotûbêjê û rêzê ji Iraqa hevgirtî û yekperçe bigre.
Heyder Ebadî jî destnîşan kir: Peywendiyên Iraq û Brîtanyayê bi taybet li warê rawestana li ber terorîzmê pêşketinên baş hebûne.
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May îro bona sefereke fermî gihêşt Bexdayê paytexta Iraqê.