Hevdîtina nûnerê NY tev Ayetullah Sîstanî û gotûbêja wan ser pirsgirêkên Iraqê
Serokê taxima NY li Iraqê îro çarşemê ji ber helwêsta ayetullah seyd Elî Sîstanî jibo piştgiriya ji tedbîrên li dijî gendeliyê kêşfxweşiya xwe da diyarkirin.
Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê malpera kanala Someriye Newsê, Yan Kobîs, serokê taxima NY li Iraqê îro li Necefê piştî hevdîtina tev seyd Elî Huseynî Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyan kêfxweşiya xwe li bara helwêstên wî yên derheq piştgiriya ji tedbîrên li dij gendeliyê nîşan da û qedrzanî û sipasiya van hewldanên beraqil kir û piştgirî da wan.
Wî her wiha got: Em ji reformên dewletî û rawestana li ber gendeliyê piştgiriyê dikin û em dixwezin qanûna derheq Heşda Şebî û qanûna hebûna çekan bi tenê li destê dewletê, cih were.
Kobîs di dewamê de destnîşan kir: Piraniya çavkaniyên DAIŞ`ê ji nav çûne.
Wî her wiha got: Me bi ayetullah Sîstanî re qeyrana navbera Bexda û Hewlêrê û pêwîstiya berçavgirtina qanûnê û qanûna bingehîn hilkoland.
Vî nûnerê NY ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan li dema diyarkirî bi curekê ku gişt aliyan bigre ber xwe û gişk tê de beşdar bibin, teqez kir.