Serokê berwexte Konseya Parêzgeha Kerkûkê hate bijartin
Cemal Mewlûd wekî serokê berwexte Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate bijartin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Li civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê serokê berê û parek ji endamên feraksiyona Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê pişkdar nebûn.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya û di civînê de endamê herî temen mezin li cihê Rêbwar Talebanî ji bo serpereştiya civînên Encûmena Parêzgehê hate diyar kirin.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê 15 Cotmehê piştî kutabûna mecala 72 saete ji bo paşdakişyana hêzên pêşmerge ji Kerkûkê û radestkirina bîrên niftê bo hêzên iraqî, hêzên iraqî 16 Cotmehê karîn Kerkûkê bêxin kuntrola xwe ku piştî ketina hêzên artêşa Iraqê bo nav Kerkûkê endamên feraksiyona Partiya Demokrata Herêma Kurdistana Iraqê û serokê encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji vî bajarî revîn.
Cemal Mewlûd endamê fraksiyona YNKê yê Lîsteya Biratiyê ya Kerkûkê ye û hevdem serokê lîjneya darayî ya encûmenê ye.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê û Lîsteya Biratî û Bi Hevre Jiyanê ya aliyên Kurdî jî xwediyê 26 endaman e.