Pêgîriya serokomarê Iraqê li ser jiyana aştiyane ya bi hev re li Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276327-pêgîriya_serokomarê_iraqê_li_ser_jiyana_aştiyane_ya_bi_hev_re_li_kerkûkê
Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê li Kerkûkê got: Ev bajara mînakeka biçûk a ji Iraqê ye ku ya hemî kom û qewmên wek Kurd, Ereb, Tirkman, Asûrî û Xiristiyanan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2017 12:58 Asia/Tehran
  • Pêgîriya serokomarê Iraqê li ser jiyana aştiyane ya bi hev re li Kerkûkê

Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê li Kerkûkê got: Ev bajara mînakeka biçûk a ji Iraqê ye ku ya hemî kom û qewmên wek Kurd, Ereb, Tirkman, Asûrî û Xiristiyanan e.

Li gorî rapora kanala AL ALAM`ê, serokkomarê Iraqê roja duşemê li civîna hevpar a nûçeyan a bi parêzgarê Kerkûkê re ji hemî kom û çînûqatên Kerkûklê xwest bûyerên berê jibîr bikin û rûpeleka nû ya peywendiyan vekin.

Rakan Seîd, parêzgarê Kerkûkê jî li vê civîna nûçeyan got: Sefera serokkomarê Iraqê bo parêzgeha Kerkûkê li vê dema hestyar, pirr girîng e . Li gorî vê raporê, Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê, li sefera xwe ya bo Kerkûkê, liser meselên curbicur ên vê parêzgehê bi berpirs û fermandeyên leşkerî û ewlehiyêyên Kerkûkê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Serokkomarê Iraqê jibo hevdîtina bi rayedarên herêma Kurdistana Iraqê re, roja sêşemiyê derbasî Hewlêrê bû.

Fuad Mesûm, duh duşemiyê jî li sefera bo Silêmaniye ya Iraqê, bi rayedarên vî bajarî re liser meselên curbicur û jiholêrakirina kêşeya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana iraqê, 25`ê Îlona 2017`an tevî neyariya dewleta navendî ya Iraqê, aliyên naçeyî û navneteweyî, tenê liser pêkutiya Mesûd Barzanî hate lidarxistin ku bi lidarxistina vê giştpirsiyê, kêşeya di navbera vê herêmê û dewleta navendî ya Iraqê de zêde bû.