Generalê amerîkî: Hêzên Amerîkayê ji Iraqê dernakevin
Fermandarê amerîkî yê di nava koalîsyona hevpeyman a dijî DAIŞê de General Stephen Townsend di axaftina xwe de ragihand ku hetanî ewlehî li Iraqê pêk neyê em hêzên xwe ji Iraqê dernaxin.
General Stephen Townsend li Bexdayê di axaftina xwe ya çapemenî de got: “Hetanî polîs û hêzên ewlehî yên Iraqê bikaribin welatê xwe îdare bikin wê ji aliyê leşkerên pispor ên koalîsyonê ve werin perwerdekirin. Her wiha di çarçoveya tekoşîna dijterorê de wekî koalîsyona hevpeyman wê hevkariya me bi hêzên iraqî re berdewam bibe.”
Stephen Townsend di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di rojeva me de çêkirin an jî avakirina baregehên nû tineye. Lê em dixwazin baregehên koalîsyona hevpeyman ên leşkerî ku di nava Iraqê de dimînin bi hêztir bikin. Hetanî li Iraqê ewlehî bi temamî neyê sazkirin wê hêzên koalîsyonê li Iraqê bimînin.”
Hêjayî gotinê ye Amerîka ji bo ku mihaneya mayîna xwe li Iraqê garantî bike alîkariya grûpên terorîst û yên alozçêkir dike da ku Iraq hertim bê ewleh bibe.