Fuad Mesûm daxwaza kivşkirina waliyê nû jibo Kerkûkê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276255-fuad_mesûm_daxwaza_kivşkirina_waliyê_nû_jibo_kerkûkê_kir
Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê piştî seredana bajarê Kerkûkê û hevdîtina bi waliyê berwext ê vê parêgehê û endamên konseya parêzgehan li civîneke rojnamevaniyê teqez kir: Konseya parêzgehan a berê dê ser posta xwe bimîne û pêwîst e ev konseya bi zûtirkê waliyê nû kivş bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2017 13:24 Asia/Tehran
  •  Fuad Mesûm daxwaza kivşkirina waliyê nû jibo Kerkûkê kir

Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê piştî seredana bajarê Kerkûkê û hevdîtina bi waliyê berwext ê vê parêgehê û endamên konseya parêzgehan li civîneke rojnamevaniyê teqez kir: Konseya parêzgehan a berê dê ser posta xwe bimîne û pêwîst e ev konseya bi zûtirkê waliyê nû kivş bike.

 Li gorî rapra roja duşemiyê ya IRNA`yê, ew ku li hola  civînan a walîtiya  Kerkûkê diaxivt, got: Pêîwst e destxwe konseya  parêzgehan a Kerkûkê civînê li dar bixe û waliyê nû hilbijêre. Fuad Mesûm bal kişand ser hevdîtinên xwe li Kerkûkê û got: Em îro hatine ku li ser rewşa vî bajarî agehdar bibin û em teqez dikin ku  li Kerkûkê mafê tu kesî ji yên din zêdetir nîne û hemiyan mafên wekhev hene.

 Serokkomarê Iraqê teqez kir: Armanc eva ye ku  li bara  rewşa niha û pêşerojê ya Kerkûkê em li hev bikin û Kerkûk ji recifkên  civakî û siyasî  were dûr kirin.

 Wî li bara  hewldanên jibo têkbirina  konsya  parêzgehan a Kerkûkê ji aliyê parlemana Iraqê got: Konseya parêzgehan a Kerkûkê heya dema ku cardinê li vê parzêgehê hilbijartin were lidarxistin, hema mîna berê bimîne. 

Pêştir endamên  konseya parêzgehan  partiya Demokrata  Kurdistana Iraqê û Yekitiya  Îslamî ya Kurdistana Iraqê destnîşan kiribûn ku heya dema hevhatina nû navbera endamên konseya  parêzgehan  dê venegre  Kerkûkê. Piştî vegeryana  artêşa federal a Iraqê bo parêzgeha  Kerkûkê li 16 Cotmeha  îsal, Rakan  Seîd wek sergêrê walîtiyê hat bijartin û ji ber lidarnexistina  civîna  konseya parêzgehan, kivşkirina  waliyê nû paşde ket.