Fuad Mesûm daxwaza kivşkirina waliyê nû jibo Kerkûkê kir
Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê piştî seredana bajarê Kerkûkê û hevdîtina bi waliyê berwext ê vê parêgehê û endamên konseya parêzgehan li civîneke rojnamevaniyê teqez kir: Konseya parêzgehan a berê dê ser posta xwe bimîne û pêwîst e ev konseya bi zûtirkê waliyê nû kivş bike.
Li gorî rapra roja duşemiyê ya IRNA`yê, ew ku li hola civînan a walîtiya Kerkûkê diaxivt, got: Pêîwst e destxwe konseya parêzgehan a Kerkûkê civînê li dar bixe û waliyê nû hilbijêre. Fuad Mesûm bal kişand ser hevdîtinên xwe li Kerkûkê û got: Em îro hatine ku li ser rewşa vî bajarî agehdar bibin û em teqez dikin ku li Kerkûkê mafê tu kesî ji yên din zêdetir nîne û hemiyan mafên wekhev hene.
Serokkomarê Iraqê teqez kir: Armanc eva ye ku li bara rewşa niha û pêşerojê ya Kerkûkê em li hev bikin û Kerkûk ji recifkên civakî û siyasî were dûr kirin.
Wî li bara hewldanên jibo têkbirina konsya parêzgehan a Kerkûkê ji aliyê parlemana Iraqê got: Konseya parêzgehan a Kerkûkê heya dema ku cardinê li vê parzêgehê hilbijartin were lidarxistin, hema mîna berê bimîne.
Pêştir endamên konseya parêzgehan partiya Demokrata Kurdistana Iraqê û Yekitiya Îslamî ya Kurdistana Iraqê destnîşan kiribûn ku heya dema hevhatina nû navbera endamên konseya parêzgehan dê venegre Kerkûkê. Piştî vegeryana artêşa federal a Iraqê bo parêzgeha Kerkûkê li 16 Cotmeha îsal, Rakan Seîd wek sergêrê walîtiyê hat bijartin û ji ber lidarnexistina civîna konseya parêzgehan, kivşkirina waliyê nû paşde ket.