Daxwaza serokkomarê Iraqê bona çareserkirina neyariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276241-daxwaza_serokkomarê_iraqê_bona_çareserkirina_neyariyên_di_navbera_hewlêr_û_bexdayê
serokkomarê Iraqê ser giringiya hewldana bona jinavbirina neyarî û çareserkirina kirîzên di navbera Hewlêr û Bexdayê sekinî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2017 11:59 Asia/Tehran
  • Daxwaza serokkomarê Iraqê bona çareserkirina neyariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê

serokkomarê Iraqê ser giringiya hewldana bona jinavbirina neyarî û çareserkirina kirîzên di navbera Hewlêr û Bexdayê sekinî.

Li gor rapora telivîzyona El-Eraqiye; Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê piştî hevdîtina tev endamên Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana vî welatî û feraksiyona Goran li bajarê Solêymaniyê got: Herêma Kurdistana Iraqê pişkek ji axa Iraqê ye û pêsparteya min evaye ku nêhrîna her du aliyan nîzikî hevdu bikim.

Fuad Mesûm li Press konferansekê got: Pêwîste xebat bê kirin ku nêhrîna Bexdayê û Hewlêrê nîzikî hevdu bibe û hemû alîkariyê bikin ta ku pirsgirêkên heyî çareser bin.

Wî got: Seredana min a bo Solêymaniyê tu peywendiyek bi Amerîka yan Rêxistina Netewên Yekgirtî tune.

Mesûm got: Pêwîste neyariyên heyî di navbera Hewlêr û Bexdayê pêwîste jinav herin û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê berfirehtir bibe,