Teqîna li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276161-teqîna_li_bexdayê
Ji ber teqîna li navça Tûnis a Bexdayê herî kêm 7 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2017 13:24 Asia/Tehran
  • Teqîna li Bexdayê

Ji ber teqîna li navça Tûnis a Bexdayê herî kêm 7 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, ji zarê ajansa Sûmiriye News`ê, îro yekşemê ji ber teqîna bombekê li navça Tûnis a Bexdayê kesek hate kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Seid Mein berdevkê wezareta karên hundir yê Iraqê jî ji teqîna du embaran li parêzgeha Enbarê xeber da.

Hatiye ragihandin ku ev du embarên hanê ciyê veşartina madên teqandinî yên terorîstên DAIŞ`ê bûne ku artêşa Iraqê dest bi ser van embaran girtine û tîmên muhendisiyê dixebitin ku bombeyên mayî di van embaran da pûç bikin.