Avakirina beşa nû ya boriya nifta Kerkûkê ya Iraqê bo Cêyhana Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276153-avakirina_beşa_nû_ya_boriya_nifta_kerkûkê_ya_iraqê_bo_cêyhana_tirkiyê
Wezareta niftê ya Iraqê li bara avakirina boriyeke nû jibo guhestina zêrê reş ji Kerkûkê bo Cêyhana Tirkiyê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2017 12:41 Asia/Tehran
  •  Avakirina beşa nû ya boriya nifta Kerkûkê ya Iraqê bo Cêyhana Tirkiyê

Wezareta niftê ya Iraqê li bara avakirina boriyeke nû jibo guhestina zêrê reş ji Kerkûkê bo Cêyhana Tirkiyê agahî da.

 Li gorî rapora  Xebernigarên Cewan û ji zarê Reuters`ê, wezareta niftê ya Iraqê roja yekşemiyê raghand ku ev welata dixweze boriyeke nû ava bike ku nifta berhemhatî li meydanên  niftî yên Kerkûkê biguhezîne bendera Cêyhna  Tirkiyê.

 Ev boriya nû dê dewsa beşek ji boriya kevnare ya Kerkûk-Cêyhanê bigre ku bi tundî xisar dîtiye. li Daxûyaniya  wezareta niftê ya Iraqê hatiye ku ev boriya ji bajarê Bêyciyê destpê bûye û heya navça sînorî ya Xêbûrê li Tirkiyê bidome.

 Navçayeke ku boriya  Kerkûk-Cêyhanê jê derbas dibe li sala 2014an  ji aliyê terorîstên  DAIŞê ve hat dagirkirin lê li du salên buhurî hêzên iraqî karîn ku van navçana  rizgar bikin.