Ebadî daxwaza Ehlê Suneta Iraqê ji bo paşdaxistina hilbijartinê nepejirand
Fraksiyona Ehlê Suneta Iraqê xwest ku bila hilbijartinên parlemanê li Iraqê de paşda bikeve, lê belê serokwezîrê vî welatî ev daxwaza red kir.
Fraksiyonên siyasî yên Iraqê li bara dema birêketina hilbijartinên parlemanê li Iraqê anagorî wezxta wê ya diyarkirî bi hev re dijberî û nakokî hene.
Li vê çarçovê de Fraksiyona Ehlê Suneta Iraqê xwest ku bila hilbijartinên parlemanê li Iraqê de heya dema zelalbûna rewşa awareyan li vî welatî de paşda bikeve, lê belê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îsrarê dike ku bila hilbijartin li ser dema xwe ya diyarkirî anku li 15 Gulana 2018 bi rê keve.
Rojnama Şerq El-Ewsetê nivîsiye ku Fraksiyona Ehlê Suneta Iraqê dibêje bi sedan kes ji xelkê aware yê Iraqê ku piraniya wan ehlê sunet in nikarin li hilbijartinan beşdar bibin loma ew dixwazin ku bila hilbijartina parlemana Iraqê paşda bikeve.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kiriye ku li dij paşdaketina hilbijartinan e û soz daye ku heya berî dema hilbijartinan gişt awareyan vegerîne ser mal û warê wan.