Daxwaza Iraqê ji bo beşdariya li gotûbêjên aştiya Sûriyê li Astaneyê
Iraqê bi awayekî fermî û bi raberkirina daxwazê ji Îran, Tirkiye û Rûsiyê xwest ku dewleta Bexdayê li gotûbêjên Astaneya Qezaqistanê ya têkildarî çareserkirina qeyrana Sûriyê were beşdarîkriin.
Li gorî rapora IRNA`yê, balyozê Iraqê li Ankaraya paytexta Tirkiyê, Hişam El Elewî bi gotina vê yekê ku niha li benda bersiva fermî ji aliyê Îran, Tirkiye û Rûsiyê di vî warî da ye, got: ``Iraq bibiryar e ku li dorên din ên civîna Astaneyê bi merema hebûna rola çalak li çareseriya qeyrana Sûriyê beşdariyê bike``.
Elewî got: ``Iraq ji pêkanîna gotûbêjan derheq çareserkirina qeyrana Sûriyê pêşewaziyê dike û amade ye ku ji bo xurtkirina û pêşdaçûna erênî ya van gotûbêjan, hevkariyê bike``.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Qezaqistanê, Eqîl Bêyk Kemal Dînof roja Îniyê qala dora nû ya gotûbêjên Aştiya Sûriyê li Astaneya paytexta Qezqistanê piştî 20`ê Kanûna 2017an kir.
Ji ber dahênerî, xuliqkarî û hewildana Îran, Rûsiye û Tirkiyê li pêvajoya gotûbêjên sûriyan bi mazûvaniya Astaneya paytexta Qezaqistanê, heta niha agirbesa giştalî li Sûriyê pêk hatiye û Bernameya pêkanîna çar navçeyên kêmkirina kêşeyan li vî welatî serê xwe girtiye.