Bi hezaran terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275913-bi_hezaran_terorîstên_daiŞ_ê_li_iraqê_hatin_kuştin
Komîsyona ewlehî û berevaniya Parlimana Iraqê, ragihand: ``Di encama şerrê di navbera hêzên çekdar ên hevpar ên vî welatî û terorîstên DAIŞ`ê de, herîkêm 75 hezar terorîst hatine kuştin yan jî hatine girtin``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2017 12:55 Asia/Tehran
  • Bi hezaran terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê hatin kuştin

Komîsyona ewlehî û berevaniya Parlimana Iraqê, ragihand: ``Di encama şerrê di navbera hêzên çekdar ên hevpar ên vî welatî û terorîstên DAIŞ`ê de, herîkêm 75 hezar terorîst hatine kuştin yan jî hatine girtin``.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, komîsyona ewlehî û berevaniya Parlimana Iraqê, roja pêncşemiyê ji zarê Hakim El Zamilî, serokê vê komîsyonê ragihand: ``Hêzên çekdar ên iraqî karîn 70 hezar terorîstên DAIŞ`ê bikujin û 5 hezar kesî jî bigirin``.

Hakim El Zamilî, herwiha got: ``Niha rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ji hêla leşkerî ve şikest xweriye û pêgehên vê komê ji nav çûne``.

El Zamilî herwiha got: ``Çalakkirina pişka istixbarata Iraqê bona jinavbirina komên terorîstên ku di nava welatiyan de xwe weşartine, ewlewiyea hêzên çekdar ên Iraqê ye``.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, hêzên Heşda Şebî, yekîneyên artêşa Iraqê û polîsê Fêdêral ê vî welatî bi piştevaniya balafirên cengê yên artêşê, sibeha pêncşemiyê operasyoneka berfire a azadkirin û paqijkirina çola hevpar a di navbera parêzgehên Selahedînê li bakûr û El Enbar li rojava û Nêynewayê li bakûrê rojavayê de ji paşdamaiyên koma cinayetkar a DAIŞ`ê destpê kirin.