Koma Sedr a Iraqê piştgirî da serokwezîrtiya dubare ya Ebadî
Tesrîn 21, 2017 15:41 Asia/Tehran
Serokê Koma Sedr a Iraqê ji berendamtiya dubare ya Heyder Ebadî ji bo bidestxistina posta serokwezîrtiyê piştgirî kir.
Li gorî rapora Fars News`ê ji zarê malpera Ereb El Yewmê, serokê Koma Sedr a Iraqê, Muqteda Sedr li hevpeyivîneka têlêvîziyonî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku divê çar salên din derfet bo kemilandina karê ku li welêt dest pê kiriye bo Heyder Ebdî bê dayîn, got ku ji serokwezîrtiya ducarî ya wî piştgiriyê dike.
Kabîneya Iraqê roja 31ê Cotmehê lidarxistina hilbijartina vî welatî di roja 15`ê Gulana 2018an pejirand.
Muqteda Sedr her wiha xwest ku bila Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî tevlî hêzên ewlehiyê yên Iraqê bibin û got: ``Nabe ku fîdakariyên van hêzan ji nav here``.