Dîtina goreka komkî li nav bîrên niftê yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275709-dîtina_goreka_komkî_li_nav_bîrên_niftê_yên_iraqê
Heşdê Şeibî goreka komkî ji termên welatiyên iraqî li nav bîrên niftê li nêzikî Çiyayên Hemrînê li parêzgeha Diyaleyê keşf kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2017 05:59 Asia/Tehran
  • Dîtina goreka komkî li nav bîrên niftê yên Iraqê

Heşdê Şeibî goreka komkî ji termên welatiyên iraqî li nav bîrên niftê li nêzikî Çiyayên Hemrînê li parêzgeha Diyaleyê keşf kirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja Duşemiyê goreka komkî li nav bîrên niftê tijî ji termên welatiyên iraqî li nêzikî Çiyayên Hemrînê bi destê DAIŞ`ê hatibûn îdamkirin, dîtin.

Navenda ragihandinê ya Heşdê Şeibî ragihand ku hêzên wê, goreka komkî li navçeya Kîsûmeyê li nêzikî Ezerbanê ya ser bi bakurê Çiyayên Hemrînê keşf kirin.

Heşdê Şeibî ji wezareta tendurustiyê xwest ku tîma pizişkî ya pispor ji bo pêkanîna DNA`yê ji termên wan bikeve tevgerê.