Pêşwazîya Ebadî ji hikmê Dadgeha Fêdêral a Iraqê têkildarî ibtalkirina giştpirsîya Herêma Kurdistanê
Nivîsgeha serokwezîrtîya Iraqê bi daxûyanîyekê ji hikmê Dadgeha Fêdêral a vî welatî têkildarî ibtalkirina encamên giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê pêşwazî kir.
Li gorî rapora Somerye News`ê, nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li vê daxûyanîyê ragihand: Dewleta Iraqê pêgirîyê dike ku ev biryara di çarçova bihêzkirina helwesta dewleta navendî di warê neyarîya li hemberî giştpirsîya Herêma Kurdistanê de ye.
Li vê daxûyanîyê ji hemî alîyan hatîye xwestin ku rêzê li destûra bingehîn bigirin û ji bo nehîştina nakokîyan ewê berçav bigirin û ji her pêngava ku berovajî destûra bingehîn be, dûr bikevin.
Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê ku berpirsîya çareserkirina nakokîyên di navbera dewleta navendî ya Iraqê û deverên curbicur ên vî welatî de ji wan Devera Kurdistana Iraqê li ustîyê wê ye, îro li hikmekê giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî ragihand.
Di vî halî de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê îro wek berteka li hemberî vê biryara Dadgeha Bilind a Fêdêral a vî welatî, xwest ku alîyê sêyem li muzakirên Hewlêr û Bexdayê bibe navbeynkar.
Dewleta Iraqê gotûbêja digel rayedarên Herêma Kurdistana vî welatî bi ibtalkirina encamên giştpirsîyê va, qebûlkirina fermî ya serwerî û yekperçetîya axa Iraqê ve girêdaye.