Teqîna bombeyê li rojava Bexdayê
Li encama teqîna bombeyê li navçeyeke rojava Bexdayê paytexta Iraqê, çar kesên sivîl birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, û ji zarê ajansa nûçan a iraqî ya Waiê, çavkaniyeke ewlehiyê îro duşemiyê diyar kir: Ev bombe vê sibê nêzîkî dukanekê li navça Ebûqureybê li Bexdayê teqî.
Vê çavkaniyê her raghand: Piştî vê teqînê, hêzên ewlehiyê xwe gîhandine cihê buyerê û yên birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneyê.
4 Mijdarê jî li encama teqîna bombeyê li bakurê Bexdayê, 5 kes birîndar bûn.
Iraq ku ji 2014`an ve rastî qeyrana dagirkirina hin bajarên xwe ji aliyê koma terorîstî ya DAIŞê hatiye, karî ku piraniya axa xwe ji lepê terorîstan paqij bike.
Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên li dû hev ji hêzên iraqî bi taybet li parêzgeha bakurê Neynewayê dest bi kuştina xelkê sivîl li bajarên curbicure Iraqê ji wan Bexdayê kirine.