Teqîna bombeyê li rojava Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275673-teqîna_bombeyê_li_rojava_bexdayê
Li encama teqîna bombeyê li navçeyeke rojava Bexdayê paytexta Iraqê, çar kesên sivîl birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2017 13:01 Asia/Tehran
  • Teqîna bombeyê li rojava Bexdayê

Li encama teqîna bombeyê li navçeyeke rojava Bexdayê paytexta Iraqê, çar kesên sivîl birîndar bûn.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, û ji zarê ajansa nûçan a iraqî ya Waiê, çavkaniyeke ewlehiyê îro duşemiyê diyar kir: Ev bombe vê sibê nêzîkî dukanekê li navça Ebûqureybê li Bexdayê teqî.

 Vê çavkaniyê her raghand: Piştî vê teqînê, hêzên  ewlehiyê  xwe gîhandine cihê buyerê û yên birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneyê.

 4 Mijdarê jî li encama  teqîna bombeyê li bakurê Bexdayê, 5 kes birîndar bûn.

 Iraq ku ji 2014`an ve rastî qeyrana dagirkirina  hin bajarên  xwe ji aliyê koma terorîstî ya DAIŞê hatiye, karî ku piraniya axa xwe ji lepê terorîstan paqij bike.

Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên  li dû hev ji hêzên iraqî bi taybet li parêzgeha  bakurê Neynewayê dest bi kuştina xelkê sivîl li bajarên curbicure Iraqê ji wan Bexdayê kirine.