Serokê alimên Ehli Sune: Amerîka bi dû alozkirina rewşa Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275669-serokê_alimên_ehli_sune_amerîka_bi_dû_alozkirina_rewşa_iraqê_ye
Serokê Cimaeta Alimên Ehli Sune ya Iraqê wek berteka li hemberî tawanbarkirina komên berxwedana islamî ya Iraqê yên ser bi Heşdi Şeibî ji hêla Amerîkayê ve, pêgirî kir ku ev tawanbarkirin bi merema sistkirina rewşa navxweyî ya Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2017 12:37 Asia/Tehran
  • Serokê alimên Ehli Sune: Amerîka bi dû alozkirina rewşa Iraqê ye

Serokê Cimaeta Alimên Ehli Sune ya Iraqê wek berteka li hemberî tawanbarkirina komên berxwedana islamî ya Iraqê yên ser bi Heşdi Şeibî ji hêla Amerîkayê ve, pêgirî kir ku ev tawanbarkirin bi merema sistkirina rewşa navxweyî ya Iraqê ye.

Şêx Xalid Mela serokê Cemaeta Alimên Ehli Sune ya Iraqê îro li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê got ku parlimana Iraqê qanûna têkildarî hêzên Heşdi Şeibî pejirand, bi vî awayî Heşdi Şeibî hêza fermî ya Iraqê ye û tawanbarkirina vê hêzê ku li hemberî DAIŞ`ê şerr kirîye, tawanbarkirin û bêrêzîya li hemberî biryar û dengê gelê Iraqê ye.

Şêx Xalid Mela herwiha got: Komên cehadî li Iraqê hemî iraqî ne û ji welatên din nehatine û ev komana piştî fitwaya cehada kefayî ya Ayetulah Sîstanî merceê dînî di demekê de ku Bexda li ber têkçûna bi destê DAIŞ`ê bû, pêk hatin.

Serokê Cemaeta Alimên Ehli Sune ya Iraqê pêgirî kir ku ezmûnê nîşan daye sîyasetên Amerîkayê berjwendîyên gelê Iraqê dabîn nakin û got ku heke komên berxwedana islamî yên wek Al Noceba nebana, DAIŞ`ê, Bexda dagir kiribû.

Wî herwiha got ku serketina li hemberî DAIŞ`ê bi wateya kutabûna şerê li hemberî têrorîsmê nîne belkî şerê din bitehlûketir e ji ber ku ew şera, şerê hizran e û gelê Iraqê yê tenê wê demê çekan daynin ku dilnîya bin gefek li hemberî wan tineye.