Peydakirina gorneke komkî li bîrên niftê yên çîyayên Hemrînê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275661-peydakirina_gorneke_komkî_li_bîrên_niftê_yên_çîyayên_hemrînê_li_iraqê
Hêzên iraqî ragihandin ku gorneke komkî li nav bîreke niftê li nêzîkî çîyayên Hemrînê li parêzgeha Dîyalê li rojhilata vî welatî peyda kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2017 12:07 Asia/Tehran
  • Peydakirina gorneke komkî li bîrên niftê yên çîyayên Hemrînê li Iraqê

Hêzên iraqî ragihandin ku gorneke komkî li nav bîreke niftê li nêzîkî çîyayên Hemrînê li parêzgeha Dîyalê li rojhilata vî welatî peyda kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, çavkanîyên ewlehîyê li Iraqê ragihandin ku meytên sivîlên ku bi destê têrorîstên DAIŞ`ê li nêzîkî çîyayên Hemrînê hatibûn îdamkirinê, li vê gornê hatine peydakirin.

Berî vîya jî hêzên iraqî bi dehan gornên komkî li deverên ku vê dawîyê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hatine azadkirinê, peyda kirine.

Li gorî nûçeyeke din, Nûredîn Qeblan alîkarê parêzgarê Nêynewayê îro ragihand ku nêzî 300 jin û zarokên endamê malbatên têrorîstên DAIŞ`ê ku li Mûsilê dijîn bi merema çûyîna ber bi welatên xwe ve, bo Bexdayê hatin veguhestin û 2 yan 3 komên din jî yê bi zûtirkê bên veguhestin. Alîkarê parêzgarê Nêynewayê herwiha got: Bi ser hevda zêde ji hezar û 200 kes ji endamên malbatên têrorîstên bîyanî ji girtîgeha Til Kêfê li bakûra Mûsilê bo girtîgeha Bexdayê yê bên veguhestin.