Fuad Meisûm: Meseleya giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê kuta bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275657-fuad_meisûm_meseleya_giştpirsîya_herêma_kurdistana_iraqê_kuta_bû
Serokomarê Iraqê pêgirî kir: Meseleya giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê kuta bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2017 11:49 Asia/Tehran
  • Fuad Meisûm: Meseleya giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê kuta bû

Serokomarê Iraqê pêgirî kir: Meseleya giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê kuta bûye.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê li hevpeyvînekê got: Bi kutabûna meseleya giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê divê gotûbêja Hewlêr û Bexdayê destpê bibe.

Meisûm li bara imkana çareserkirina qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê di pêşerojeke nêzîk de geşbînîya xwe nîşan da û got: Bexda û Hewlêrê berçavgiritna destûra bingehîn a Iraqê qebûl kirin û Dadgeha Fêdêral a vî welatî jî neqanûnîbûna giştpirsîyê ragihandîye.

Parlimanterekî iraqî ser bi Hevalbendîya Dewleta Qanûnê got: Herêma Kurdistanê mercên dewleta navendî ji bo destpêkirina gotûbêjan qebûl kirine û di rojên bê de, nîşaneyên çareserkiina qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de yê aşkira bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Casim Mihemed Ceifer li hevpeyvîna digel Somerye News`ê herwiha got: Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê çend roj mecal ji dewleta navendî xwestine ta ku têkildarî destpêkirina gotûbêjan biryarê bidin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî berî vîya amadebûna Hewlêrê ji bo gotûbêja digel dewleta navendî ragihandibû.

Rojnama Al Sharq Al Awsat`ê jî ragihand ku Dadgeha Fêdêral a Iraqê yê îro biryara dawîn têkildarî ibtalbûna encamên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bide û Hewlêr jî yê wî hikmî berçav bigire.

Herêma Kurdistana Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihand ku Hewlêr rêzê li biryara Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê têkildarî madeya 1 a destûra bingehîn a vî welatî digire.