Dema diyarkirî ya sêrojî ya Bexdayê bo PKK`ê li Şengalê
Fermandarê hêzên kurd ên êzdî li şengalê ragiahnd ku artêşa Iraqê demeka sêrojî ji bo derketina hêêzn PKK`ê ji Şengalê diyar kiriye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê fermandarê hêzên kurd ên êzdî li şengalê, Heyder Şeşo li hevpeyivîna bi kanala têlêvîziyonî ya NRT`ê ragiahnd ku artêşa Iraqê bi diyarkirina demeka sêrojî, ji hêzên PKK`ê xwestiye ku vî bajarî biterkînin.
Fermandarê hêzên kurd ên êzdî li Şengalê her wiha got: ``Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî jî ku meha bihurî ketin Şengalê û rêvebriiyên dewletî, baregehên hêzên Pêşmerge bi taybet fermandatiya Pêşmergeyan li Şengalê kontrol kiribûn, li halê derketina ji bajêr in û ber bi başûrê Şengalê va çûne``.
Heyder Şeşo got ku hêzên Heşdê Şeibî heta dawiya Midarê dê bi tamî terka Şengalê bikin û hêzên Polîs û ewlehiya Federal dê dewsa wan bigirin.