Parlemana Iraqê, bûdceya ku hikûmeta vî welatî amade kiribû, red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275569-parlemana_iraqê_bûdceya_ku_hikûmeta_vî_welatî_amade_kiribû_red_kir
Parlemana Iraqê pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018 ya Iraqê, ku ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hatibû amadekirin, red kir û dîsa ser de vegerand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2017 09:22 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê, bûdceya ku hikûmeta vî welatî amade kiribû, red kir

Parlemana Iraqê pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018 ya Iraqê, ku ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hatibû amadekirin, red kir û dîsa ser de vegerand.

Bûdceya Kurdistanê di pêşniyarqanûna ku dewleta Iraqê amade kiribû de kêm hatibû hesibandin.

Parlemana Iraqê duh pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018`an a Iraqê red kir û dîsa ser hikûmetê vegerand.

Di pêşniyarqanûnê de ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye amadekirin, pişka Kurdistanê hatiye kêmkirin û ji %17 daketiye %12.7. Ev jî bûye sebeba nerazîbûna Herêma Kurdistana Iraqê.

Heta niha nayê zanîn sebebên redkirina pêşniyarqanûna bûdceya Iraqê ji aliyê Parlemana ve çi ye, gelo pişka Kurdistanê dê were zêdekirin yan na?