Parlemana Iraqê, bûdceya ku hikûmeta vî welatî amade kiribû, red kir
Tesrîn 19, 2017 09:22 Asia/Tehran
Parlemana Iraqê pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018 ya Iraqê, ku ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hatibû amadekirin, red kir û dîsa ser de vegerand.
Bûdceya Kurdistanê di pêşniyarqanûna ku dewleta Iraqê amade kiribû de kêm hatibû hesibandin.
Parlemana Iraqê duh pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018`an a Iraqê red kir û dîsa ser hikûmetê vegerand.
Di pêşniyarqanûnê de ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye amadekirin, pişka Kurdistanê hatiye kêmkirin û ji %17 daketiye %12.7. Ev jî bûye sebeba nerazîbûna Herêma Kurdistana Iraqê.
Heta niha nayê zanîn sebebên redkirina pêşniyarqanûna bûdceya Iraqê ji aliyê Parlemana ve çi ye, gelo pişka Kurdistanê dê were zêdekirin yan na?