Pêgiriya Nûrî Malikî li ser mayîna Heşdê Şeibî li Iraqê
Alîkarê serokomarê Iraqê mayîna hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî di serdema piştî DAIŞ`ê da wek misogeriya ji bo ewlehiya neteweyî ya vî welatî û ewlehiya tevahiya navçeyê da zanîn.
Parlemana Iraqê roja 26`ê Mijdara 2016an bi pirraniya dengan Heşdê Şeibî wek pişkeka fermî ya hêzên çekdar ên Iraqê da zanîn.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê El Menarê, Alîkarê serokomarê Iraqê, Nûrî Malikî piştgirî û parastina serketina li hemebrî terorîsmê dijwartir ji pêkhatina serkeftinê da zanîn û destnîşan kir: ``Qonaxa tê mayîna Heşdê Şeibî wek hêzeke Zexîre û zimhêr, pêwîst dike``.
Malikî tevî pêgiriya li ser piştevanî û parastina Heşdê Şeibî ji ber hebûna dijberiyên navxweyî û derveyî li dijî van hêzan, got: ``Serketina van hêzan di her warekî da hatiye selimandin``.
Serokwezîrê Iraqê , Heyder Ebadî jî roja 5`ê Tebaxa 2017`an li civînekê bi navê ``Fitwaya Cîhadê û sekeftinê`` li Bexdayê got: ``Heşdê Şeibî li bin rêbertiya dewleta Iraqê û merceiyeta dînî li Necefa Eşref da ye û bi tu awayî nayê hilweşandin``.
Heşdê Şeibî pêkhatî ji komên cûrbicûr ên iraqî ye ku li ser daxwaza Ayetullah Sîstanî, merceyê derecebilind ên şîeyên Iraqê hevdem digel dagîrbûna bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê va di roja 10`ê Hezîrana 2014an da hat damezirandin. Îro bi xebata Heşdê Şeibî hem Mûsil azad bûye û hem jî dosyeya DAIŞ`ê li Iraqê hatiye girêdan.