Berteka iraqîyan li hemberî kiryara Kongira Amerîkayê ya dijî Heşdi Şeibîyê
Kiryara Kongira Amerîkayê ya xistina navê Tevgera Noceba ya Iraqê di lîsteya komên têrorîst de, ji hêla iraqîyan ve kiryarekî sîyasî hat zanîn û hat şermezarkirinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Henan Fetlawî parlimantera iraqî duh bi şermezarkirina kiryara Amerîkayê ya dijî Tevgera Noceba ya Iraqê, ji wezareta karên derve û dewleta Iraqê xwest, bi vexwendina sefîrê Amerîkayê li Bexdayê, li hemberî kiryarên vê dawîyê yên Amerîkayê yên dijî Heşdi Şeibîyê bertekê nîşan bidin.
Henan Fetlawîyê kiryara Amerîkayê ``ragihandina şêrr`` li hemberî Heşdi Şeibîyê wesif kir û got: Eva destpêka sepandina şêrr ser Heşdi Şeibîyê bi şêwazên curbicur û hecetên pûç e.
Vê parlimantera iraqî dewleta vî welatî bi hegera bêdengîya li hemberî tevgerên amerîkîyan ên dijî hêzên Heşdi Şeibî da ber rexneyan û got: Kiryara Amerîkayê ya dijî Heşdi Şeibîyê ku li rêza pêşîn a şerê dijî têrorîsmê ye, cihê heyr û matmayînê ye.
Nazim Saêdî parlimanterê iraqî jî li daxûyanîyekê tevî şermezarkirina kiryara amerîkîyan a xistina navê Tevgera Nocebayên Iraqê nav lîsta komên têrorîst de şermezar kir û got: Ez ji ber istandardên durû yên Amerîkayê matmayî namînin.