Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê: ``DAIŞ li Iraqê hat kokbirkirin``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275448-wezîrê_karên_navxweyî_yê_iraqê_daiŞ_li_iraqê_hat_kokbirkirin
Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê, Qasim Eirecî piştî azadkirina bajarê Raweyê destnîşan kir ku karê DAIŞ`ê li Iraqê bi dawî hatiye.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tesrîn 17, 2017 12:03 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê: ``DAIŞ li Iraqê hat kokbirkirin``

Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê, Qasim Eirecî piştî azadkirina bajarê Raweyê destnîşan kir ku karê DAIŞ`ê li Iraqê bi dawî hatiye.

Li gorî rapora Fars News`ê, çend deyqeyan piştî ragihandina azadkirina tam a bajarê Raweyê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê, Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê destnîşan kir ku ``DAIŞ ji hêla leşkerî va li Iraqê bi dawî hatiye``.

Wî li hevpeyivîna digel kanala têlêvîziyoniya Al Someria News`ê azadkirina Şaristana Raweyê li merceiyeta dînî û gelê Iraqê pîroz kir.

Rawe ji navendên herî dawî yên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê bû û berî viya jî bajarû  navçeya Remaneyê hatibû azadkirin.

Vê demê têrorîstên DAIŞ`ê tu bajarekî girîng ê Iraqê kontrol nakin û tenê li navçeyên derdor û hin gundan mane.

Heftiya bihurî opêrasiyona azadkirina şaristanên Rawe û Remaneyê wek dawîn baregehên girîng ên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê û rojavaya parêzgeha Enbarê hatin azadkirin.

Şaristana Raweyê li nêzikî sînorê Sûriyê cih girtiye.