Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê: ``DAIŞ li Iraqê hat kokbirkirin``
Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê, Qasim Eirecî piştî azadkirina bajarê Raweyê destnîşan kir ku karê DAIŞ`ê li Iraqê bi dawî hatiye.
Li gorî rapora Fars News`ê, çend deyqeyan piştî ragihandina azadkirina tam a bajarê Raweyê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê, Wezîrê karên navxweyî yê Iraqê destnîşan kir ku ``DAIŞ ji hêla leşkerî va li Iraqê bi dawî hatiye``.
Wî li hevpeyivîna digel kanala têlêvîziyoniya Al Someria News`ê azadkirina Şaristana Raweyê li merceiyeta dînî û gelê Iraqê pîroz kir.
Rawe ji navendên herî dawî yên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê bû û berî viya jî bajarû navçeya Remaneyê hatibû azadkirin.
Vê demê têrorîstên DAIŞ`ê tu bajarekî girîng ê Iraqê kontrol nakin û tenê li navçeyên derdor û hin gundan mane.
Heftiya bihurî opêrasiyona azadkirina şaristanên Rawe û Remaneyê wek dawîn baregehên girîng ên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê û rojavaya parêzgeha Enbarê hatin azadkirin.
Şaristana Raweyê li nêzikî sînorê Sûriyê cih girtiye.