Sekinîna dewleta Iraqê ser parastina destkewtên qanûnî yên kurdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275336-sekinîna_dewleta_iraqê_ser_parastina_destkewtên_qanûnî_yên_kurdan
Dewleta federal a Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê xatircem kir ku rêzê ji destkewtên qanûnî yên xelkê kurd digre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2017 12:49 Asia/Tehran
  •  Sekinîna dewleta Iraqê ser parastina destkewtên  qanûnî yên kurdan

Dewleta federal a Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê xatircem kir ku rêzê ji destkewtên qanûnî yên xelkê kurd digre.

 Li gorî rapora ISNA`yê, Sed Hedîsî, berdevkê dewleta federala Iraqê got: Reşnivîsa qanûna bûdceyê ya vî welatî bala wxe nedaye ser reftar   û têkiiyên cihê tev parêzgehên bakurê Iraqê belkî parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok wek parêzgehên  herêma serbixwe bimîne ku qanûna bingehîn  sînorên wê yên îdarî kivş kirine, û dewleta federal derbeyê li vê qanûnê naxe.

 Ev gotinên Hedîsî jixwe jibo xatircemkirina  hikûmeta Herêma Kurdistana  Iraqê ye  derheq vê yekê ku  dewleta federal naxwaze  miaşa kedkarên  parêzgehên  herêmê  bi xwe rasterast bide. Pêştir dewleta federal li bara esehiya lîsteya raberbûyî ji aliyê hIkûmeta Herêmê derheq hejmara  kedkarên  vê herêmê şik kiribû.

 Hejmara  kedkarên hikûmeta Herêma  Kurdistanê yên ku herêmê bi xwe raghandine, zêde ji milyonek û 250 hezar kes hatiye raghandin.

 Hikûmeta Herêma  Kurdistana Iraqê xwe amade dike ku li hember reşnivîsa qanûna bûdceya 2018`an  ku para vê navçê ji  sedî 17 yê hemî bûdca Iraqê  gîhandiye sedî 12êm , pirsgirêkan derxîne û lewma nunerên kurd li parlemana  Herêmê û parlemana  Iraqê hin gotûbêj destpê kirine lê ji ber boykota du fraksiyonên  Gorran û Cimaeta  Îslamî, civîna  seranserî ya nunerên  kurd heya niha nehatiye  lidarxistin.

 Berzû Mecîd, serokê Fraksiyona etvgera Gorranê li parlemana  Kurdistanê got: Me biryar da ku li civîna hanê bi hikûmet herêmê re beşdariyê nekin ji ber ku em ser vê bawerê ne dewlet li warê çaresrkirina qeyranên  miaşa  welatiyan işkest xwariye û nikare li rewşa hestay pirsgrêkan çarser bike loma em naxwazin jibo cihhatina tiştê ku dewlet nikare bike,  hewlê bidin û beşdarê vê civînê bibin.