Fuad Meisûm: Bila Hewlêr û Bexda gotûbêjê bikin
Tesrîn 13, 2017 08:34 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê xwest ku gotûbêjên kêrhatî di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo kutakirina nakokîyan pêk bên.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê li hevdîtina digel Daglas Sîlîman sefîrê Amerîkayê li Bexdayê ji hemî alîyên sîyasî li Iraqê xwest ku serketinên li şerê dijî têrorîsmê biparêzin.
Daglas Sîlîman jî li ser piştgirîya Waşîngtonê ji Bexdayê pêgirî kir û ji hemî alîyên sîyasî xwest ku bi gotibêjên kêrhatî nakokîyan kuta bikin.
Berî vîya Parlimana xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê jî li daxûyanîyekê daxwaza muzakirê di navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ji rayedarên Herêma Kuridstana Iraqê jî xwest ku desteyekê bişîne Bexdayê û pakêteke tam a qanûnî û darayîyê ji bo muzakirê amade bike.