Tevgerên nû yên Amerîkayê ji bo bicihbûna nû li rojavaya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275263-tevgerên_nû_yên_amerîkayê_ji_bo_bicihbûna_nû_li_rojavaya_iraqê
Hin çavkaniyên nûçeyan qala karê Amerîkayê yê çêkirina baregeheka nû li rojavaya Iraqê bi mebesta sekinîna li hemberî Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdêî Şeibî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2017 16:57 Asia/Tehran
  • Tevgerên nû yên Amerîkayê ji bo bicihbûna nû li rojavaya Iraqê

Hin çavkaniyên nûçeyan qala karê Amerîkayê yê çêkirina baregeheka nû li rojavaya Iraqê bi mebesta sekinîna li hemberî Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdêî Şeibî kirin.

Malpera nûçeyan a Rêjîma Siyonîst a bi navê Debeka File`ê nivîsî: ``Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê li Waşîngtonê ragihandine ku çekdarên vî welatî li halê çêkirina baregeheka nû li şaristana Qaimê li parêzgeha stratijîk a Enbarê li rojavaya Iraqê ne ku heftiya bihurî ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê hat azadkirin.

Pêştir jî Heşdê Şeibî derbarê çêkirina baregeha leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Enbarê hişyarî dabû vî welatî.

Eva cara yekem e ku rayedarên leşkerî yên Amerîkayê behsa hitmala rûbirûbûna çekdarên vî welatî digel Heşdê Şeibî kirine.