Dorpêçkirina terorîstan li bajarê Raweyê li rojava parzêgeha Enbara Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275262-dorpêçkirina_terorîstan_li_bajarê_raweyê_li_rojava_parzêgeha_enbara_iraqê
Fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê roja yekşemiyê li bara dorpêça navenda bajarê Raweyê, dawîn navenda DAIŞ`ê li rojava parêzgeha Enbarê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2017 16:55 Asia/Tehran
  •  Dorpêçkirina terorîstan li bajarê Raweyê li rojava parzêgeha Enbara Iraqê

Fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê roja yekşemiyê li bara dorpêça navenda bajarê Raweyê, dawîn navenda DAIŞ`ê li rojava parêzgeha Enbarê agahî da.

 Li gorî rapora televîayona El-Alamê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê, duh operasyona azadkirina navçeya Remanê û bajarê Raweyê li rojava  Iraqê destpê kirin ku li encama wê karîn  Remanê ji lepên terorîstan rizgar bikin.

 Bajarê Qaimê û taxên derdora wê li parêzgeha Enbarê, 3 Mijdarê ji lepên  koma terorîstî ya DAIŞê hatin rizgarkirin. Operasyona azadkirina  rojava  parêzgeha Enbarê ji lepên DAIŞ`ê bi beşdariya hêzên artêşê û besîca gelanî ya Iraqê ji 26 Cotmeha 2017`an  destpê bûye.

 Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyên ewlehiyê yên vî welatî îro li bara kuştina çar iraqiyan li encama  du teqînên  li parêzgeha  Neynewayê agahî dan,  kesên gorî xelkê sivîl bûn.

  Ev teqîn li navça  El-Qzlaniyê li rojava  bajarê Mûsilê û navça  El- Qiyarê li başûrê Mûsilê  qewimîn.