Ebadî: DAIŞê zêde ji 100 milyard dular xisar gihandiye Iraqê
Serokwezîrê Iraqê got dagirkeriya koma terorîstî ya DAIŞê li bakurê vî welatî û şerê jibo têkdana vê komana terorîst zêde ji 100 milyard dular xisar gihandiye vî welatî.
Li gorî nûçeya France Pressê, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, duh raghand ku dagirkeriya DAIŞê li bakurê Iraqê û şerê jibo têkdana vê koma terorîst zêde ji 100 milyard dular xisar gihandiye vî welatî.
Ebadî ev gotin li serdana xwe ya duh bo Kerbelayê xist rojevê.
Ebadî bal kişand ser destpêbûna operasyona artêşa Iraqê jibo paqijkirina dever û gundên mayî yên bin kontrola DAIŞê û raghand ku armanca vê êrişê, paqijkirina navçên çolbesta rojava Iarqê ye.
Li gor nûçeyeke din hin çavkaniyên iraqî ji operasyona berfireh a eskerî ya hêzên hevpar li rojhilata Iraqê agahî da.
Hin çavkaniyên iraqî raghandin: Hêzên hevpar jibo şopandina paşmayiyên koma terorîstî ya DAIŞê li 9 navçeyên başûrê Beqûbê li rojhilata Iraqê dest bi operasyona eskerî ya berfireh kirin.
Li gorî raporên îro 13 kes ji terorîstên DAIŞê jî tûneleke rojava Tikrîtê hatine kuştin.