Terorîstên DAIŞ`ê ji Iraqê reviyane Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275246-terorîstên_daiŞ_ê_ji_iraqê_reviyane_sûriyê
Berdevkê Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ya Eşîran li parêzgeha Enbarê ragihand ku zêde ji 1500 kes ji endamên Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Enbarê reviyanê aliyê Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2017 12:16 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞ`ê ji Iraqê reviyane Sûriyê

Berdevkê Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ya Eşîran li parêzgeha Enbarê ragihand ku zêde ji 1500 kes ji endamên Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Enbarê reviyanê aliyê Sûriyê.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRIB News`ê, Berdevkê Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ya Eşîran li Enbarê, Xesan Îsawî her wiha got: ``Pêşdaçûna yekîneyên artêş û hêêzn Heşdê Şeibî ber bi bajarê Raweyê li parêzgeha Enbarê ya rojavaya Iraqê hema wisa didome û van hêzan xwe gihandine nêzikî navçeya Qadisiyê``.

Xesan Îsawî destnîşan kir ku hêzên iraqî roja Şemiyê piştî derbasbûna ji Çemê Firatê, navçeya Rumaneyê li pênc kîlomitriya bajarê Raweyê bi tamî xistine bin serdestiya xwe.

Îsawî destnîşan kir ku vê demê têrorîstên DAIŞ`ê gellek lawaz bûne.

Li vî halî, fermandarê opêrasiyona azadkirina parêzgeha Enbarê, Evdilemîr Reşîd Yarullah şemiyê bi şev tevî ragihandina azadiya tamn a navçeya Rumaneyê li parêzgeha Enbarê, qala gihîştina yekîneyên leşkerî yên iraqî bo tixûbên Sûriyê kir.

Bajarê Qaîmê û navçeyê derdora wî roja 3`ê Mijdara 2017an ji bin dagirkeriya Koma têrorîst a DAIŞ`ê hat rizgarkirin.

Opêrasiyona azadkirina rojavaya parêzgeha Enbarê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê bi beşdariya hêzên artêşê û Berdevkê Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ji roja 26`ê Cotmeha 2017an va dest pê bûye.