Helîkoptera leşkerî ket: 7 kesên tê da can dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275236-helîkoptera_leşkerî_ket_7_kesên_tê_da_can_dan
Helîkopterêkî Artêşa Iraqê li rojhilatê bajarê Kutê ya parêzgeha Wastê kete xarê û di encamê de 7 kesên têda ku ji 2 wan fermandar bûn canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2017 08:53 Asia/Tehran
  • Helîkoptera leşkerî ket: 7 kesên tê da can dan

Helîkopterêkî Artêşa Iraqê li rojhilatê bajarê Kutê ya parêzgeha Wastê kete xarê û di encamê de 7 kesên têda ku ji 2 wan fermandar bûn canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên ku Serokê Lîjneya Ewlekarî ya Parêzgeha Waset Sabih Celîbawî belav kirin, helîkopterekî artêşa Iraqê, ku 2 efser û leşkerek têde bûne, ketiye xwarê û kesên di helîkopterê de bûne jî mirine. Ev helkoptera ji cureya M17 ya Rûsî bû.

Sahib Celîbawî ji Someriye Newsê re ragihand ku helîkopter li navçeya Şiwêce ya rojhilatê bajarê Kutê ketiye lê derbarê sedema vê bûyerê de ti zanyariyênd in neda

Lê belê Erkantiya propagandeyên Cengê ya Ieaqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nav vê helîkopterê 7 kes hebûn ku hemiyan can dane.li vê daxuyaniyê de hegera ketina helîkopterê nehatiye diyar kirin. Lê parêzgarê berê yê Wasitê Xelef Wadî  li hevpeyvîna bi IRNA re diyar kir ku ev helîkopter ji ber kêmasiya teknîkî kete erdê.

Li gor nûçeyeke din ji rojhilata Iraqê, hêzên iraqî ji bo jinavbirina paşmayiyên DAIŞê li başûra Beqûbê navenda parêzgeha Diyalê li neh deveran operasiyon dane despêkirin.