Hêzên Iraqî gihîştin ser sînorê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275232-hêzên_iraqî_gihîştin_ser_sînorê_sûriyê
Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona ku ji bo kontrolkirina bajaroka Rewayê daye destpêkirin de gihîştiye ser sînorê Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2017 07:13 Asia/Tehran
  • Hêzên Iraqî gihîştin ser sînorê Sûriyê

Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona ku ji bo kontrolkirina bajaroka Rewayê daye destpêkirin de gihîştiye ser sînorê Sûriyê.

Berpirsê operasyonên li dijî DAIŞê general Ebdulemîr Yarellah di daxuyaniya xwe ya niviskî de got, yekîneyên leşkerî û hêzên eşîreyan ên herêmî Çemê Firatê derbas kirin û Nahiya Rummanê ji destê DAIŞê derxist.

Yarellah diyar kir ku artêşa Iraqê Pira Rummanê jî kontrol kiriye û diyar kir ku hêzên wan gihîştine ser sînorê Sûriyê û hîn jî pêş de diçin.

Artêşa Iraqê di saetên vê sibehê de ji bo kontrolkirina bajaroka Rewayê, ku cihê dawîn ê di destê DAIŞÊ de bû, operasyon dabûn destpêkirin