Alaya Iraqê li navçeya Remane ya Enbara Iraqê hat bilindkirin
Hêzên iraqî piştî azadkirina tam a navçeya El Remanê li bajarê Qaimê, alaya vî welatî liser avahiyên wê daliqandin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê El Neşreyê, Qetrî El Semermed, fermandê hêzên Heşda şeibî ya Iraqê li parêzgeha Enbarê, got: Hêzên ewlehiyê û hêzên piştevan bi piştgîriya balafirên cengê yên artêşê karîn hejmarek endamên koma terorîst a DAIŞ`ê bikujin.
El Semermedi herwiha got: piştî vê êrişê, xeta berxwedana koma terorîst a DAIŞ`ê têk çû û hêzên ewlehiyê bi piştevaniya hêz û agirê topxanê û balafirên cengê yên artêşê karîn ber bi bargehên koma terorîst a DAIŞ`ê ve pêşve herin.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, sibeha îro şemiyê, operasyona azadkirina navçeya Remanê û bajaroka Raweyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê destpê kirin. Bajarê Qaimê û taxên derdora wê, 3`ê Mijdarê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê azad bûn.
Li gorî nûçeyeka din, hêzên ewlehiyê yên Iraqê operasyoneka berfireh jibo şopandin û paqijkirina koma terorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalê li rojhilata vî welatî pêk anîn.
Emîr Mezher El Eizawî, fermandeyê Operasyona Diclê, ragihand: Bi pişikdariya hêzên ewlehiyê ku ji hêzên polîs, artêş û Heşda şeibî û bi piştevaniya hewayî ya balafirên cengê, operasyoneka berfireh jibo şopandina endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li navçeyên Nefetxane, Xaneqîn û bi taybet navçeya Selabê li 90 kîlomertiya başûrê rojhilata Beiqûbê cih hat.
Sîstimên ewlehiyê yên Iraqê vê dawiyê çend operasyonên leşkerî bona paqijkirina navçê ji koma terorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalê cih anîne.