Hevhatina Îran û Iraqê liser şandina nifta Kerkûkê bo Kirmanşanê
Li gorî ragihandina wezareta nifta Iraqê, Têhran û Bexdayê roja îniyê bi awayekî isûlî liser derfirotina nifta Kerkûkê bo Îranê lihev kirin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Esrê Neftê, li gorî ragihandina wezareta nifta Iraqê, Îran û Iraqê roja îniyê bi awayekî isûlî liser derfirotina nifta Kerkûkê bo Îranê lihev kirin.
Cebar El Lueybî, wezîrê nifta Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand, wê di rojê de, 30 heya 60 hezar bermîl nifta Kerkûkê , jibo parêzgeha Kirmanşana Îranê were şandin.
Li gorî gotina wezîrê nifta Iraqê, ev peymana li Bexdayê di navbera Saziya Dewletî ya Peydakirina Bazara Niftê ya Iraqê û Dewleta Îranê de îmze bûye. Asta nifta şandî wê piştî bicihkirina xetên boriyê yên pêwîst zêde jî bibe.
El Lueybî herwiha got, nift wê ji sînorê Iraqê bi kamyonên niftkêş bo Kirmanşanê were şandin.
Wezîrê nifta Iraqê got: Dewleta Iraqê dil heye ligel welatên Îran Tirkiye, Kuwêyt, Erebistan û Sûriyê re, projeyên niftî û stratêjîk cih bîne. Li gorî gotina wî peymana bi Îranê re wê piştî hilkolandina berûlayên teknîkî û îdarî, were îmzekirin.
Meha buhurî hêzên iraqî karîn meydanên niftê yên Kerkûkê ji Pêşmergeyên Kurd bistînin.