Girtina komeke têrorîst li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275208-girtina_komeke_têrorîst_li_bexdayê
Fermandayê opêrasyona Bexdayê ragihand ku komeke têrorîst ku dil hebûn li devera Kerdaeya Bexdayê êrişî zîyaretkirên tirba Îmam Hisên (S) bike, hatin girtinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2017 13:46 Asia/Tehran
  • Girtina komeke têrorîst li Bexdayê

Fermandayê opêrasyona Bexdayê ragihand ku komeke têrorîst ku dil hebûn li devera Kerdaeya Bexdayê êrişî zîyaretkirên tirba Îmam Hisên (S) bike, hatin girtinê.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Celîl Rebîyî fermandeyê opêrasyona Bexdayê li civîneke rojnamevanîyê li bajarê Bexdayê got: Endamên vê koma têrorîst ji Mûsilê hatibûn Keradeya Bexdayê.

Rebîyî bal kişand ser girtina 10 têrorîstan ku dil hebûn êrişî zîyaretkiran li devera Raşidîyê bikin û got: Li bajarê Ebû Xureybê jî tîmeke têrorîst a mezin hat têkbirinê û 11 têrorîst li kargeheke çêkirina narincokan hatin girtinê.

Fermandarê opêrasyona Bexdayê herwiha got: Maşîneke bombekirî jî li devera Dewrê hat peydakirinê û 2 xwekuj li devera Reşîdê hatin kuştinê.