Ebadî: Me hewcetî bi navbeynkarîyê ji bo çareserkirina qeyrana digel Hewlêrê tineye
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku vî welatî hewcetî bi navbeynkarîyê ji bo nehîştina nakokîyên digel gelê Herêma Kurdistanê tineye.
Li gorî rapora Somerye News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li axavtinekê li avahîya parêzgarîya Kerbelayê got: Iraq li 3 şeran ser ket, yek azadkirina welêt, ya din tifaqa welêt û ya sêyem jî sekinîna li ber gefê. Wî got ku pirsgirêka têrorîsma DAIŞ`î, pirsgirêka fikir û bawerîyê ye ye ji ber ku têrorîst ji bo kuştina sivîlan hewl didin û divê em li vê meseleyê baldar bin.
Ebadî pêgirî kir: Me hewcetî bi navbeynkarîyê ji bo nehîştina nakokîyên digel gelê Herêma Kurdistanê tineye. Pêşmerge qareman û welatparêz in û roleke girîng li têkbirina têrorîsmê hebûne lê mixabin hin kesan, hêzên Pêşmerge ên ku li hemberî artêşê şer nekirin bi xîyanetê tawanbar kirin.
Ebadî ji Herêma Kurdistanê xwest ku kêmekê bihedar be ji ber ku dewleta Iraqê yê bi zûtirkê hêsankarî û pişkên wan bide.
Ebadî herwiha got: Hin komên sîyasî çaverêyê kiryara têrorîstî ne ta ku bikaribin destkevtên sîyasî hebin. Em ji dezgehên ewlehîyê dixwazin ku ji bo girtina pêşîya bûyereke wiha amade bin. Wî têkildarî navçê got: Giranbûna rewşa navçê yê bibe sedema pêkhatina komên têrorîst û awarebûna gel. Em xwazyarê aramîyê li Libnan, Yemen, Misr û Sûrîyê û kutakirina kêşeyan in.
Ebadî herwiha got: Em rê nadin hêzên ewlehîyê û Heşdi Şeibî li hilbijartinan pişkdarîyê bikin. Hin sîyasetvan mafên hêzên Heşdi Şeibî ji bo propaganda xwe ya hilbijartinan bi kar tînin.
Serokwezîrê Iraqê li seredana xwe ya bajarê pîroz ê Kerbelayê herwiha li paqijkirina kolanên vî şarî pişkdarî kir.
Ebadî gêzî da destê xwe û li pakijkirina kolanên ber bi tirba Hezretê Îmam Hisên (S) û tirba Hezretê Ebas (S) pişkdarî kir.
Serokwezîrê Iraqê herwiha bi hegera dabînkirina ewlehîya pişkdarên çilê Îmam Hisên (S) û raberkirina xizmetan bo zîyaretkiran, qedrê hêzên çekdar, ewlehîyê û yên lêzanînan û dezgehên curbicur girt û serketina planên ewlehîyê rûpeleke zêrîn zanî ku li dosîya serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê û azadkirina deverên dagirbûyî yên Iraqê zêde bû.
Serokwezîrê Iraqê îro berî nîvro jî bi Ehmed Safî nunerê ayetulah Sîstanî merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê li bajarê Kerbelayê û Şêx Evdilmehdî Kerbelayî nunerê ayetulah Sîstanî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.