Ebadî: Hilbijartinên Iraqê yê di dema kifşkirî de bên lidarxistin
Serokwezîrê Iraqê li bajarê pîroz ê Kerbelayê ragihand: Hilbijartinên vî welatî yê di dema xwe de bên lidarxistin.
Desteya wezîran a Iraqê ragihandîye ku çaremîn dewra hilbijartinên parlimanî û bijartina konseyên bajêran yê di 15`ê Gulana sala 2018`an de bên lidarxistin.
Li gorî rapora Fars News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li axavtinekê li avahîya parêzgarîya Kerbelayê got: Hilbijartin yê di dema xwe de bên lidarxistin û tu komeke çekdar li wan hilbijartinan pişkdar nabe.
Ebadî bal kişand ser serketina Iraqê li sê bereyên azadkirna deverên vî welatî ji lepên DIŞ`ê, parastina tifaqa Iraqê û berxwedana li hemberî gefan û got: Li şerê dijî têrorîstan 100 milyard dolar zîyan li Iraqê ket.
Serokwezîrê Iraqê herwiha bal kişand ser ihtimala tolistandina DAIŞ`ê ji welatîyên iraqî li deverên ewleh ên vî welatî, tolhildana bi hegera işkestên berdewam ên têrorîstan û li ser hişyarbûn û baldarbûna gel û hêzên çekdar ên vî welatî sekinî.