Ebadî: Hilbijartinên Iraqê yê di dema kifşkirî de bên lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275200-ebadî_hilbijartinên_iraqê_yê_di_dema_kifşkirî_de_bên_lidarxistin
Serokwezîrê Iraqê li bajarê pîroz ê Kerbelayê ragihand: Hilbijartinên vî welatî yê di dema xwe de bên lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2017 12:09 Asia/Tehran
  • Ebadî: Hilbijartinên Iraqê yê di dema kifşkirî de bên lidarxistin

Serokwezîrê Iraqê li bajarê pîroz ê Kerbelayê ragihand: Hilbijartinên vî welatî yê di dema xwe de bên lidarxistin.

Desteya wezîran a Iraqê ragihandîye ku çaremîn dewra hilbijartinên parlimanî û bijartina konseyên bajêran yê di 15`ê Gulana sala 2018`an de bên lidarxistin.

Li gorî rapora Fars News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li axavtinekê li avahîya parêzgarîya Kerbelayê got: Hilbijartin yê di dema xwe de bên lidarxistin û tu komeke çekdar li wan hilbijartinan pişkdar nabe.

Ebadî bal kişand ser serketina Iraqê li sê bereyên azadkirna deverên vî welatî ji lepên DIŞ`ê, parastina tifaqa Iraqê û berxwedana li hemberî gefan û got: Li şerê dijî têrorîstan 100 milyard dolar zîyan li Iraqê ket.

Serokwezîrê Iraqê herwiha bal kişand ser ihtimala tolistandina DAIŞ`ê ji welatîyên iraqî li deverên ewleh ên vî welatî, tolhildana bi hegera işkestên berdewam ên têrorîstan û li ser hişyarbûn û baldarbûna gel û hêzên çekdar ên vî welatî sekinî.