Heşdi Şeibîyê li azadkirna Bûkemala Sûrîyê pişkdarî nekirîye
Berdevkê Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand ku van hêzana li azadkirina bajarê Bûkemal ê Sûrîyê li nêzîkî sînorê Iraqê pişkdarî nekirine.
Li gorî rapora Someriye News`ê, Ehmed Esedî berdevkê Hêzên Heşdi Şeibîyê ragihand ku hêzên sûrî û hevpeymanên wan bajarê Bûkemalê yê Sûrîyê azad kirin û Hêzên Heşdi Şeibîyê heta têkoşerek jî ji bo azadkirina vî şarî neşandine Sûrîyê.
Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê çarşemê şevê bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrezorê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Ji hêla din ve, dayra ragihandin û propaganda berxwedana Iraqê îro ragihand: Hevgavê pakijkirina bajarê Bûkemalê bi destê artêşa Sûrîyê û Hêzên Berxwedanê ve, hin nûçe hatin weşandin ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê li pişkeke vî şarî ye.