Hegera kêmkirina bûca Herêma Kurdistana Iraqê ji bûca giştî ya sala 2018`an
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275139-hegera_kêmkirina_bûca_herêma_kurdistana_iraqê_ji_bûca_giştî_ya_sala_2018_an
Wezîrê Kar û Pirsên Civakî û Wezîrê Pîşesaziyê yê Iraqê îro pêncşemê sedema kêmkirina buçdeya Herêma Kurdistanê ya sal 2018`an eşkere kir û got," encamên referandûma Herêmê êdî wek betalkirî tên hesêb."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2017 16:47 Asia/Tehran
  • Hegera kêmkirina bûca Herêma Kurdistana Iraqê ji bûca giştî ya sala 2018`an

Wezîrê Kar û Pirsên Civakî û Wezîrê Pîşesaziyê yê Iraqê îro pêncşemê sedema kêmkirina buçdeya Herêma Kurdistanê ya sal 2018`an eşkere kir û got," encamên referandûma Herêmê êdî wek betalkirî tên hesêb."

Esûdanî bi televizyona RT`yê re axivî û got: "Hikûmetê biryar da ku budçeya Herêma Kurdistanê ji 17% daxe 12.6%`ê, ji ber ku desthilata herêmî ya Herêma Kurdistanê hejmara karmend û endamên asayîşê nedurist dide."

Derbarê encamên referandûma serxwenûnê de jî, wezîrê iraqî wiha got: "Encamên referandûma Herêma Kurdistanê êdî di hukmê betalkirî de ne û tiştê ji desthilata herêmî ya Herêma Kurditanê tê xwestin ew e ku pabendiya xwe bi biryara Dadgeha Federal re ragihîne."

Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê jî mercê hikûmeta Iraqê ji bo dayîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceya sala 2018`an aşkere dike.

Şêwirmenêdê aborî yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih ji “Bexdad El-Yewmê” re ragihand, ew axaftinên di medyayê de hatine belavkirin yên derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê ji sedî 17 ji bo ji sedî 12 hatiye kêmkirin, tenê reşnivîs e û hîna hikûmetê ew nekiriye proje.”

Ew Şêwirmendê Ebadî dibêje: “Projeya budceyê hîna di destê Encûnema Wezîran de ye û nebûye projeyek pêşniyazkirî, tiştê li ser tê gotin jî, tenê nerîn û pêşbînî ne.”

Derbarê mercê dayîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceya sala 2018`an jî got: “Li gor perensîpan, divê Herêm dahatiyên xwe radestî xezîneya dewletê bike, ji bo ku pişka xwe ji budceya giştî ya Iraqê wergire.”

Berî vîya serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li konferanseke rojnamevanîyê ragihandibû, ew amade ne tevahiya dahatiyên Herêmê radestî Bexdayê bikin, bi mercê ku dewleta navendî pişka ji sedî 17 ji budceyê bişîne Herêma Kurdistanê.