Li parêzgeha Diyale ya Iraqê hin terorîst hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275135-li_parêzgeha_diyale_ya_iraqê_hin_terorîst_hatin_girtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, heşt terorîst li parêzgeha Diyalê ya li rojhilata vî welatî girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2017 15:17 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Diyale ya Iraqê hin terorîst hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, heşt terorîst li parêzgeha Diyalê ya li rojhilata vî welatî girtin.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, fermandeyê  polîsê parêzgeha Diyalê li daxuyaniyekê ragihand: Heşt terorîstên ku ji midehekê beriya niha ve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dihatine şopandin, roja pêncşemiyê li bajarên Celewla û El Miqdadiyê li parêzgeha Diyalê hatin nasîn û ew girtin.

Nûman Ebd el Zubeyî, fermandeyê Tîpa Heftem a artêşa Iraqê jî ragihand: Hêzên iraqî îro çar xwekujên ku kemberên teqandinê li xwe ve girêdabûn û dil hebûn ji Sûriyê ve derbasî Iraqê bibin, kuştin.

Saziya ewlehiya Iraqê ji roja sêşemiya buhurî ve li bajarên Bexda û Kerbelayê û hin bajarên din ên vî welatî, bi minasibeta rêûrisma rêzgirtina Erbeîna Huseynî, rewşa awarte ragihandin.

Çavkaniyên iraqî radigihînin ku zêde ji 10 mîlyon ziyaretker derbasî bajarê Kerbelayê bûne.