Derfeta 72 saetî ya Sedr ji bo Sera El Selamê jibo terikandina Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i275035-derfeta_72_saetî_ya_sedr_ji_bo_sera_el_selamê_jibo_terikandina_kerkûkê
Bi dû viya ku li ser hêzên piştgirê rêberê Tevgera Sedir êriş hate kirin, rêberê vê tevgerê îro sêşemiyê ji gordanên Seraya El Selamê xwest ku pêgehên xwe yên li Kerkûkê girêdin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2017 13:25 Asia/Tehran
  • Derfeta 72 saetî ya Sedr ji bo Sera El Selamê jibo terikandina Kerkûkê

Bi dû viya ku li ser hêzên piştgirê rêberê Tevgera Sedir êriş hate kirin, rêberê vê tevgerê îro sêşemiyê ji gordanên Seraya El Selamê xwest ku pêgehên xwe yên li Kerkûkê girêdin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Sûmeriye News`ê, Muqteda Sedr, rêberê Tevgera Sedrê, îro ji gordanên Seraya El Selamê xwest ku pêgehên xwe yên li Kerkûkê girêdin û di 72 saetan de ji vê parêzgehê derkevin.

Wî herwiha ji malbat û hogirên xwe xwest nekevine nav karûbarên bazirganî û pereyî de.

Roja yekşemê li navneda Kerkûkê ji aliyê kesên xwekuj bi kembera xwekujiyê du teqîn qewimîn.

Armanca wan teqînan, hêzên piştgirê Tevgera Sedir a Iraqê li Kerkûkê bû ku di encama wan de 12 kes hatin kuştin û birîndar bûn.