Girtina çend fitnekaran li Kerbelayê
Tesrîn 06, 2017 11:03 Asia/Tehran
Wezareta Karên Hundir ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku 22 fitnekar li parêzgeha Kerbelayê hatin girtin.
Li gor rapora Sumeriya Newsê Wezareta Karên Hundir ya Iraqê li daxuyaniya xwe de diyar kir ku kesên hatine girtin dixebitîn li bereberê Erbeyîna Îmam Huseyn (S) fitneya tayifetî û eşîretî pêk bînin.
Wezîrê karên hundir ê Iraqê Qasim El-Erecî got: Wezareta Karên Hundirkî ku bixebite li welêt de alozî û tevlîheviyê çê bike digire û siza dike.
Li vê navberê de sefîrê Îranê li Bexdayê ragihand ku ji denma birêketina ziyaretkiran ber bi Kerbelayê heya niha zêde ji 2 milyon ziyaretkir jî sînorên Îranê derbasî Iraqê bûne.