Ebûbekir Bexdadî ji Iraqê reviye Sûriyê
Ajansa iraqî ya Waê vê sibê ji zarê çavkaniyên îstixbaratî li parzêgeha Enbara vî welatî raghand: Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞê yekşemiyê şevê ji bjarê Rawe li rojava parêzgeha Enbarê reviye axa Sûriyê.
Li gorî rapora IRNAyê, El-Bexdadî piştî ku endamên xwe vexwedniye dewam şerê tev hêzên iraqî, piştî derbasbûna artêşa hevpar a Iraqê nav navenda bajarê Qaimê, terka vê navçeyê kiriye.
Vê çavkaniyê ku nexwest navê wî eşkere bibe ji Waê re got: El-Bexdadî bi taksiyên zer ji axa Iraqê derketiye. Tê texmînkirin ku ew çûbe parêzgeha Dêarzora Sûriyê.
Ev nûçeya piştî hindê tê weşandin ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê alaya vî welatî ser derbasgeha sînorî ya Hesîbê li sînorê tev Sûriyê ku vê dawiyê hatiye rizgarkirin, bilind kir.